ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît anî ziman ku ew komîsyona li meclîsê hatiye avakirin ji bo pêvajoyê weke pîvanekê dibînin û got, komîsyonek ku Rêber Apo muxatab nebîne, pê re hevdîtinê neke nikare cidî be.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji fermandarên pêşeng ên PKK'ên şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku Bêrîtan li dijî xeta teslîmiyet û koletiyê ya mejiyê bi serweriya mêr sekneke bi fedaî nîşan da û pîvana azadiyê diyar kir.

Pîr Suleyman Deprem diyar kir ku daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê "Vebûna Elewiyan" nîne û destnîşan kir ku ev yek hewldaneke nû ya asîmîlasyonê ye ku dixwaze Elewîtiyê bixe bin kontrola dewletê.

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li Kolnê axivî û got, "Tevlîbûna li vê meşê di heman demê de wê bibe tevlîbûna li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî."

Nûnerê Kendava Erebî yê Rêveberiya Xweser Sîhanok Dîbo diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan neguheriye û got, ev siyaset hem zirarê dide Kurdan û hem jî herêmê. Dîbo anî ziman ku hikûmeta Şamê jî bi heman têgihîştinê tevdigere.