ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî wê dê bên şopandin.
-Parlamenterê Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Borioli bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Şert û mercên li Îmraliyê ji şert û mercên Girava Robben ku Nelson Mandela 27 sal in dîl tê de ma, gelekî girantir û dijwartir in."
- Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tûlay Hatîmogullari, diyar kir ku bi qetlîama Sirûcê re qetlîamên din hatine destpêkirin û divê mirov bêyî bertek nemînin.
- Sekreterê Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Swêdê Karl Gunnarsson diyar kir ku ew li dijî ‘qanûna terorê’ ya Swêdê ne.
-“Dema min li milê xwe nihêrî, min dît çermekî tenik ên ku mil û enîşkê bi hev girêdide, kil dibe. Min fêm kir ku wê milê min were jêkirin. Gelekî xwîn ji min çûbû. Divê min li ber xwe bida’ (Çîroka gaziya şer Sosin Amed)