ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva 21'ê Gulana 2021'ê.
Sernavên sereke ji rojeva 21'ê Gulana 2021'ê.
Rûniştina li ser 'Doza Kobanê' ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên li Tirkiyeyê dest pê kir, wê dewam bike.
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) bang li Tirkiyeyê kir, ku sûcdariyên dixe stuyê rojnamevan Melîs Alphan betal bike, ku ji ber parvekirina wêneyê pîrozbahiya Newrozê tê darizandin.
50 saziyên Kurdistanî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bang kirin, ku bi ruhê Kobanê li ber dagirkeriyê rabin.
Ji partiyên şirîkê hikumetê jî di nav de komek ji 9 parlamenterên Spanyayê, nerazîbûn nîşanî zextên li ser HDP'ê da û pêşnûme biryarek pêşniyar kir.
Haci Sûlar ku li bexçeyên Hewselê cotkariyê dike, diyar kir ku beriya niha berhemên xwe dikarîbû yekser li nava Sûrê bifiroşe, lê niha cihekî ku karibe bifiroşe nemaye.
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ragihand, li dijî germahiya global armanca bidawîkirina bikaranîna sotemeniya fosîlê ya heta sala 2050'î pêkane.