ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Li gorî daneyên sala 2021'ê yên dewleta Tirk, 345 zarok ên navbera 0-6 salî tevî dayika xwe li girtîgehê têne hiştin. Li gorî raporên rêxistinên civakî yên sivîl jî tenê di navbera 2015-2018'an de 2 hezar û 466 zarok bi dayikên xwe li girtîgehê têne hiştin.

- Ji Melcîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Ogûzhan Azbay bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û got, li her taxê bikaranîna madeyê nakortîkê zêde bûye.

- Dewleta Tirk dema dawî li Colemêrgê û navçeyên wê komkujî, êşknece, girtin, destgîrkirin û talankirina xwezayê zêde kiriye, ku ne kêmî pêkanînên Rewşa Awarte ne.