ROJEVA 20’Ê TÎRMEHA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî wê dê bên şopandin.
- Naîme Fetah Aqîl a ku şahida Komkujiya Berxbotanê û dayika Şehîd Metîn e yê ku di komkujiyê de şehîd bû diyar kir ku ew dixwazin ji pêvajoya darizandina DAIŞ'ê re amade bin û got, "Divê DAIŞ li pêşberî gelên ku şer û komkujî dîtine, were darizandin."
- Bi nêrîna civakeke azad, aştiyane û sosyalîst ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de di şerê Sûriyeyê de di sala 2011'an de bi awayekî fermî hate îlankirin, em hemû aliyên Şoreşa Rojava nas bikin a ku ji bo Rojhilata Navîn û heta tevahiya cîhanê mîrateya girîng e
- Derket holê ku Şaredariya Wanê ya ku ji aliyê qeymeqam ve hatiye desteserkirin, ku ji aliyê Wezareta Xezîne û Darayiyê ve bi giştînameya "Tedbîrên Teserûfê" ya 3 salên dawî bernameya teserûfê xwestiye, qet teserûf nekiriye û 5 milyar TL deyndar e.
-Sercerdevan Salih Ozbek ku salên çûyî dest da ser mal û milkên gel, niha jî xwe li ber zozanên Alandeştê xweş kiriye. Îtiraza ku gundiyan li Qeymeqamê Şaxê kir, bi hinceta “Em ê wê derê bikin xezîneyê” hat redkirin.