ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe got, "Heta ku em hesabê nepirsin wê mîna Sêwasê komkujiyên nû bînin serê me. Em ê teqez hesab bipirsin, ji ber ku rêya me vê yekê ji me dixwaze."

- Bi Qanûna Paşnav re ku piştî damezrandina komarê kete meriyetê, li hemberî gelên din ên li nava dewleta Tirk polîtîkaya asîmîlasyonê kete meriyetê.

- Şehrîban Matyar û Şîmel Beyîk tehm û xwarinên herêmî yên li Kurdistanê lêkolîn kirin û pêşkêşî Amediyan kirin. Diyar kirin ku her xwarinek xwedî çîrokekê ye.