ROJEVA 2'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Nûnerê Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê Maurîzîo Coppola diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û got: “Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê.“

- Hevberdevka Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HEDEP’ê anî ziman ku pergala qeyûman ne tenê ji bo şaredariyên Kurdistanê ji bo îradeya partiyê têk bibin hatine wezîfedarkirin û got: “Armanca me bi demokrasiyê hilweşandina wan e.“

- Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl anî ziman ku qedera her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û got: “Serketina Rojava tê wateya serketina Bakur, Başûr û Rojhilat.“

- Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Feyrûz Xelîl anî ziman ku azadiya fiziki ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya azadiya jinan e.