ROJEVA 2'Ê ADARA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî operasyona DYE û Îsraîlê ya li dijî Îranê wê werin şopandin.

KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê pêngava "Niha dema jinê ye" ragihand û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna projeya civaka demokratîk weke çarçoveya esasî ya têkoşînê destnîşan kir.

Serokê Giştî yê PIA'yê Ahmet Kaya işaret bi nîqaşên li ser "yekîtiya neteweyî" ya li nava siyaseta Kurd kir û got, yekîtî êdî veguheriye meseleyeke man û nemanê.

Pirtûka "Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk" a Rêber Apo bi hevkariya Weşanxaneyên Descontrol û Meyman bi zimanê Spanî hate çapkirin.

Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînalê bi manşeta "Avakirina komînê bi qasî Welatê Rojê hêja ye" hate weşandin.