ROJEVA 19’ê TEBAXA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Çalakiyên ku xizmên windayan wê li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê lidar bixin, wê werin şopandin.
- Ozgur Sevgî Goral di pirtûka xwe ya Yaramiz Derindir - Hafiza Sahasi û Somurgeci Afazi (Birîna Me Kûr e - Qada Bîrê û Mêtingeriya Afazî) de destnîşan dike ku faşîzm ne meseleyek e ku bi dawî nebûye û li ser mînakên Tirkiye û Fransayê faşîzma berê û ya roja me neo faşîzmê lêpirsîn dike.
- Her sal ji ber polîtîkayên ambargoya aborî ya AKP'ê li Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest didin, di 7 mehên destpêkê yên sala 2023'an de 19 ciwanên ji Wanê ji înşaetê ketin û jiyana xwe ji dest dan.
- Koçberên Efrîqayê yên ku bi salan e li Tirkiyeyê dijîn, piştî zextên polîsan, tacîzên xwediyên xanî û kargehan niha jî bi gefên çeteyên fuhûşê re rûbirû dimînin.