ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên ji bo salvegera Şoreşa Rojava tên lidarxistin wê bên şopandin.
- Koordînasyona KJK'ê bi peyameke salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava di sedsala 21'an de ku pergala kapîtalîst hewl dide hêviya gelan bişkîne, navê geşkirina hêviyê û tevna jiyana nû ye.
-Ciwanan diyar kirin ku heta şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
-Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi bîr xist ku Peymana Lozanê bû sedema parçebûna Kurdistanê û êrîşên qirkirinê yên 100 sal in pêk tên û got, "Ev peyman qatil e. Helbet her kesê ku vê yekê îmze dike berpirsyar e.”
- “Dema min çavên xwe vekirin, ez li aliyekî bûm û lingê min li aliyê din bû. Ji tirsa ku ez careke din lingê xwe nebînim, min xwe kaş kir ser lingan û danî ser çoka xwe. Heta ez gihiştim Kobanê lingên min di hembêza min de mabûn.”