ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku ji aliyê TJK-E E KCDK-E'yê ve bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û qirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê êdî ne tenê şerê PKK'ê ye û got, "Ev şer şerê gelê Kurd e, şerekî neteweyî ye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê piştgiriyê bidin têkoşîna gerîla."

Şehadeta Hakî Karer, piştî salekê jî şehadeta Halîl Çavûn di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin. Berxwedana Hîlwanê ku weke bersiva li qetilkirina Çavgûn dest pê kir, wê çok li nokerên dewleta Tirk bida tewandin.

Di çarçoveya kampanya îmzeyan de ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kolnê 5 hezar û 500 îmzeyên hatin hevdan, ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.

Azîme Ûrfa ku li dijî zilma dewleta Tirk sala 1993'an tevlî nava refên gerîla bû, bi têkoşîn û berxwedana xwe bû sembola fedakariya ji bo azadiyê.

Zozanê Feraşînê veguherandine baregeheke leşkerî. Elektrîkê nadin bi dehan gund û bi sedan malan. Gundî li dijî ambargoya dewletê bi biryardarî li ser piyan dimînin.

Di Civîna Bilind a Aboriyê ya Efrîkayê de ku li Parîsê hate lidarxistin, beşdar hem fikir bûn ku ji bo parzemîn ji nava krîza aboriyê derkeve pêwîstî bi sedan milyar dolarî heye. Rê û rêbazên peydakirina vê fînansmanê tê nîqaşkirin.