ROJEVA 18’Ê TÎRMEHA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera 100’emîn a îmzekirina Peymana Lozanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Rê ji bo Lozanên nû nayê dayîn. Çareseriya sedsala nû, Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a demokratîk e.”
- Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya destpêkirina Rojiya Muharremê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ‘Tevgereke Huseyînî ya hemdem e’ û bang li her kesî kir ku tevlî nav refên demokrasî û azadiyê bibin.
- KCDK-E’yê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û şoreş weke qonaxa herî mezin a sedsala 21’an nirxand.
- Nûnerê TÎHV’ê parêzer Mûrat Aba diyar kir di 6 mehên pêşîn ê salê de wan 270 serlêdanên êşkenceyê wergirtine.
- Zamên li ser OTV û KDV’ê zêde bûn. Ev jî dibe sedem ku bihayê dermanan zêdetir bibe.
- “Min xwe li kêleka Şehîd Şahoz dirêj kir. Min destê xwe li ser rûyê wî gerand. Çavekî min derketibû yê din jî xumamî didî. Gotin qey ez jî çete me. Ez li bendê mam. Min hêviya xwe winda nekir. Min dizanibû wê heval werin.” Ji rojnivîska Egîd Kobanê…
Min destê xwe avêt ser rûyê xwe. Çavek jê derketibû û yê din jî dîtineke şêlû bû. Min bi çeteyekî şaş kirin û birin. Ez li bendê bûm. Min hêviya xwe winda nekir. Min dizanibû ku hevalên te tên.” Ji bîranînên Egîd Kobanê…