ROJEVA 18'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku ji aliyê TJK-E E KCDK-E'yê ve bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û qirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.
Abdullah Ocalan: Hakî hevalekî Tirkiyeyî bû. PKK'iyeykî herî pak û paqij bû, bû şehîdê destpêkê yê PKK'ê. Tevî ku ji neteweyeke cuda bû, hevalê Hakî weke rêberekî darmezrîner heta nefesa xwe ya dawî ji dil bi me re bû.
Fermandara Biryargeha Navendîya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku wê ti carî rê nedin dagirkeriyê û got, "Ti êriş wê nikaribe me bisekinîne. Vê carê wê teqez azadî bi ser bikeve."
Gerîla û fermandarên pêngava 'Cenga Xabûrê' nameyek ji gelê welatparêz û hunermendên Başûrê Kurdistanê re nivîsîn û ev bang li wan kirin: "Deng, awaz û stranên xwe bi dengê tivinga gerîla re bikin yek."
Hevserokê Kantona Kobanê Mistfa Îto: Bi rêya 'Doza Kobanê' dixwazin fikrê azad û demokratîk ceza bikin. Dixwazin ji piştevanên berxwedanê re bêjin, 'Tu çawa dikare li dijî terora li cîhanê şer bike'. Bila baş zanibin, ku bi sedan dozên mîna doza Kobanê vekin ev berxwedan wê siberojê li Efrîn, Serêkaniyê û Ezazê bigihêje armanca xwe. Serketin wê ya têkoşeran be, binketin jî wê para AKP û hevkarên wê be.