ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Şewata daristanan û birîna daran a li Kurdistanê bi destê leşker, cerdevan û hêzên din ên paramîlîter ên dewletê têne kirin. Rêxistinên civakî yên sivîl jî dema mijar dibe Kurdistan xwe bêdeng dikin.
- Gerîlayên YJA Starê Diljîn Rûken û Nûda Çekdar Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin û ragihandin ku fîşeka destpêkê ya ku 15'ê Tebaxa 1984'an hate teqandin bû dengê jinên azadîxwaz.
- AKP'ê û dewleta Tirk dema dawî li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Bedlîsê plana xwe ya tunekirinê, şewitandinê, hilweşandinê, asîmîlasyon û koçkirinê jinûve xiste dewrê.
- Çalakiyên şanoya zarokan di 12-14'ê Tebaxê de li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê û li gundê Maşûqê yê li Tirbespiyê pêk hatin. Zarok bi şanoyê kêfxweş bûn.