ROJEVA 17’Ê TÎRMEHA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Parlementerê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku piştî kongreyê ne bi du partiyan, wê bi partiyekê bidomînin.
- Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan ragihand ku piştî nîqaşên piştî hilbijartinê ew ê civîn, komxebat û atolyeyên jinan li dar bixin.
- “Hevalek li kabloyê ket û li ser hev mayîn teqiyan. Çavê min venedibû. Dema min destê xwe anî ber çavên xwe, destê min şil bû. Dema ez şiyar bûm ez li nexweşxaneyê bûm. 40 roj, derbas bûbû, ez ji her du çavê xwe bûbûm.” Ji bîranînên Barîn Kobanê…
- Di dîroka şerên li cîhanê de tenê artêşek heye ku ji bo hemû mirovahiyê şer dike, ew jî artêşa jiyana azad a Rêber Apo ye. Şehîd Sîla Faraşîn di vê artêşê de bû yek ji qehremana pêşeng.