ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi k oma ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dewam dike.

KNK'ê helwesta neteweyî û niştimanî ya li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, bi daxuyaniyek bi sernavê 'helwestname'yê eşkere kir. Di helwestnameyê de hat gotin, "Parastina Zap, Avaşîn û Metîna parastina tevahiya Kurdistanê ye."

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku ji aliyê TJK-E E KCDK-E'yê ve bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û qirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

Bayik destnîşan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk divê gelê Kurdistanê li her derê rabe ser piyan û got, "Bila kes zanibe ku PKK li dijî metirsiyeke gelekî mezin li ber xwe dide. Eger PKK lawaz bibe wê her kes derbê bixwe, wê gelê Kurd bê qirkirin."

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku komxebata helwesta neteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk gava destpêkê bû û destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî wê ji bo nîşandana helwesteke neteweyî bixebitin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Işik ragihand, ji xitimîna aboriyê heta binpêkirina mafên mirovan ti pirsgirêk ji tecrîdê cuda nînin û got, "Çareserî bidawîkirina tecrîdê ye."

Gerîla û fermandarên li Eniya Şer, ji gelê welatparêz û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê re nameyek nivîsîn.

Dêra Surp Sarkis a 500 salî li ber hilweşînê ye. Ji ber xemsarî û bêxwedîtiyê, kevirên neqişandî yên dêrê ji şûna xwe hatine derxistin û gelek ji wan hatine dizîn.

Li Şîlî 14 milyon hilbijêrî ji bo hilbijartina rêveberiyên xwecihî û meclîsa ku wê destûra bingehîn a nû binivîsîne, dengê xwe dan.