ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û got, "Li her parçeyî divê rêxistiniya xwe bike û li hemberî kiryarên dijmin bêdeng nemîne, xwe biparêze."
- Gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Makû: Têkoşîna destpêkê ya ku piştî fîşeka destpêkê ya sala 1984'an hate destpêkirin, îro hîn jî li çiyayên Kurdistanê dewam dike. Em jî mîrateya hevalê Egîd ji xwe re dikin esas.
- Parlamenterê Amedê yê ji Partiya Çepên Kesk Mehmet Kamaç bal kişand ser pêvajoya hilbijartinên herêmî û got, "Divê bala me li ser serketinê be."
- Ebdulah Kerîm Memhmûd, nivîskar û lêkolerê qada Enfalê got, "Di wexta qirkirina Êzîdiyan de gelê Kurd hêza xwe ya Pêşmerge hebû. Tevî vê yekê jî, Şengal tevî hemû gundên xwe hate qirkirin. Çênabe ku ev yek wisa bi rehetî bê jibîrkirin."