ROJEVA 16’Ê TÎRMEHA 2023’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Parlementera Partiya Çepên Kesk a Êlîhê Zeynep Odûncû diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî zêde li Meclîsê were rojevê.
- Endamê Komîsyona Karên Derve ya Meclisa Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek, got ku bi tawizên Swêdê û welatên YE’yê ji bo endamtiya NATO’yê dane Tirkiye, wek ku Lozan nû bûbe.
- Şahidê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û hevrêyê kadroyên pêşengên ên PKK’ê Hasan Ûçmaz, behsa ruhê şoreşger û fedakariya wê serdemê kir û got: “Em hem hînê berxwedêrî û têkoşînê bûn, hem jî hînê parvekirina mirina bi rûmet bûn.”
- Şaredariya qeyûmê ku li Wanê hema bêje gel ji avê bêpar hişt, tenê di nava meha borî de buhaya avê sedî 60 zêde kir.
- Serokê Giştî yê Maden-Îş a Serbixwe Gokay Çakir, hişyarî kir ku li kanên li Somayê zext û mobîng pir zêde bûye.