ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
Komîteya Navendî ya PKK'ê bi daxuyaniyekê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Em li ser xeta Rêbertî û li ser şopa şehîdên xwe yên leheng dimeşin û şer dikin. Ev rewş ji bo me tevgerê û gel, serbilindî ye."
Parêzer Destîna Yildiz bal kişand ser kiryarên kêfî yên Qanûna Înfazê ku Çileya 2021'ê kte meriyetê û got, pirsên "Rêberê we kî ye? Hûn Abdullah Ocalan weke lîder dibînin?" li girtiyan tê kirin.
Endamê Komîsyona Karkeriya Zarokan a Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Omer Sansarkan li ser karkeriya zarokan a ku li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde dibe axivî û diyar kir ku meha Nîsanê 7 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Buroya Navneteweyî ya ICAD'ê li ser Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Binêçavan de ya Navneteweyî ya 17-31'ê Gulanê daxuyanî da û destnîşan kir ku ya divê bê darizandin, dewleta Tirk e ku sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Li Şîlî, gel ji bo hilbijartina meclîsa ji 155 kesan dengê xwe dide. Ev meclîs wê destûra bingehîn a nû binivîsîne.