ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Îro Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê ye. Çalakiyên ku wê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bêne lidarxistin, wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin û gerîlayê HPG'ê Seydo Destîna 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin û gotin, Pêngava 15'ê Tebaxê rêya ronahî nîşanî gelê Kurd da.
- Yekîtiya Rojnamevanên Elman bang li kedkarên medyayê kir ku xwe ji Tirkiyeyê vegirin. Yekîtiyê nerazîbûn nîşanî girtina Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût da.
- Parlamenterê Şirnexê yê ji Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li Şirnexê şewateke bi tenê ji ber xwe ve derneketiye û got, di çarçoveya operasyonên leşkerî de bi zanebûn agir bi qadê tê xistin.