ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Baweriya şehîd Hêzil Rizgar ew bû ku wê şoreşa azadiya Kurdistanê encax bi tevlêbûna fedaiyane pêk bê. Li qadên şertên wan herî zor şer kir û wek fermandareke fedaî ya YJA-Star’ê ket nav dîroka têkoşînê.

- Xala di Peymana Lozanê de ku mafê azadiya weşan û ragihandina bi zimanê zikmakî nas dike, îbadet bi zimanê zikmakî, bipêşvebirin têkiliyên civakî û bazirganiyê û parastina xwe bi zikmakî bi dadgehan de jî nas dike. Lê Kurdan tu car siûd vê xalê wernegirtiye.

- Şiyar Karagoz ê li navçeya Qereçan a Erziromê mêşvaniyê dike, diyar kir ku qeyrana aborî bandoreke neyînî li sektora wan kiriye.

- Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim: “Heta pêkanîna azadiya Rêbertiya me, em dev ji çalakiyan bernedin. Divê tekane rojeva me, azadiya Rêbertiya me be.”

- Navendên çand û hunerê yên li Rıjava, zarokên siberojê bi çanda wan mezin dike. Hunermend Zînê Ehmed jî li van saziyan mezin bûye.

-D i 2’ê Tebaxa 1982’an de li dijî Konsolosxaneya Tirkan çalakiyek hatibû lidarxistin. Parmaksiz û Aral ên ku di vê çalakiyê de cih girtibûn diyar kirin ku îro bertekên li dijî tecrîdê kêm e.