ROJEVA 15'Ê GULANA 2021'AN
Rojevên ku li Kurdistanê, Tirkiyê û Cîhanê derketin pêş.
Rojevên ku li Kurdistanê, Tirkiyê û Cîhanê derketin pêş.
-Grêva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanan didome wê were şopandin.
-Wê êrîşên dewleta Tirk a li ser Metîna, Zap û Avaşînê werin şopandin.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar Murat Karayilan kir dewleta Tirk a ku êrîş anî ser Qadên Parastinê yên Medyayê li bara berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe û got, ''Dewleta Tirk li devera ku dixitime çeka kimyewî davêje.''
- Tan: Kurd divê biryara xwe bidin, gelo ew dixwazin wekî Kurd bijîn, an na; heke naxwazin hebûna xwe, nasnameya xwe ya neteweyî ji dest bidin, divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin, ji bo ev ziman û ev çand bijî, çi ji destê kê tê divê bike.
-Delal Dilxweş ku di berxwedana dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk de 29'ê Nîsanê şehîd bûyî, di axaftina xwe de ya beriya şehîdbûnê got, ''Hedefa me ye ku bi şêwaza bazan lêbidin. Dema ku em bi vê şêwazê lêbidin dijmin wê nikaribe bi pêş ve biçe.''
-Komxebata Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk wê were şopandin.
-Çayan Koçgirî wijdaneke bû ku ji leşkeriya mecbûrî tevlî nav gerîla bûyî, 7 salan heta roja şehîd bûyî ji Geverê heta bi Avaşînê, Şengalê, Hezex û Botanê qet nesekinî.
-Xizmên windayan weke her carê wê li aqûbeta windayan bipirsin.