ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- ÊrîŞên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê ragihand ku di 39 salên Pêngava 15'ê Tebaxê de mîna vejîna neteweyî, azadiya jinê û Şoreşa Rojava ji gelek gelek gavên şoreşgerî re bû bingeh.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê gotarek nivîsî û got, "Gerîlayên bi Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê afirîn, têk naçin."
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Pêngava 15'ê Tebaxê weke stratejiyeke gerîla pêk hat. Gerîla pêşengî ji gaveke bi vî rengî dîrokî re pêşengî kir û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anî, bû afirînerê jiyana nû ya li Kurdistanê.
- Di ser komkujiya Dîgorê re 30 sal derbas bûn, lê êş û hêrsa ji ber komkujiyê hîn teze ne. Xelkê Dîgorê yê welatparêz di vê demê de jî serî li ber dewleta Tirk natewîne û berxwedanê dewam dike.
- Meha Tîrmehê 3 hezar û 791 kesî ji Tirkiyeyê berê xwe dan Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kirin. Vê hejmarê Efganistan jî li pey xwe hişt ku Talîban lê serdest e.