ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê wê bêne şopandin.
- Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Şervanên HPG'ê Orhan Lotos û Armanc Kolîs berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn û gotin, berxwedana ku li zindana Amedê di sala 1982'an de destpê kir, îro li Îmraliyê û çiyayên Kurdistanê dewam dike.
- Di 100 saliya Peymana Lozanê de ya ku sala 1923'an hate îmzekirin, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê wê konferans bê lidarxistin. Konferansa ku wê encamên Peymana Lozanê lê bêne nîqaşkirin, wê 2 rojan dewam bike.
- Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Nejbîr Sîîrt got, "Ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û girtiyan divê hîn bi xurtî bikevin nava liv û tevgerê. Divê em xwe ji pêvajoyeke hîn xurt a berxwedanê re amade bikin."
- Evîn Rêber Andok bi evîneke mezin dilsoza azadiyê bû. Çiya ji bo xwe weke rêya rizgariyê dît. Bû milîtaneke Apoyî ku li ser rêya heqîqetê xwe jinûve afirand.