ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji bo Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê got, 41 sal in li binê her tiştên bi navê pêşketina mirovahiyê pêk hatine, mohra vê berxwedan û biryara mezin heye.
- NPG'ê ragihand ku xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê 41 sal in xeta têkoşînê ya NPG'ê diyar dike û destnîşan kir ku ew ê bi vê feraset, hişmendî, ruh û rêbazê şer bikin, doza azadî û hebûnê ya gelê Kurd teqez bi ser bixînin.
- Tevî ku 93 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûne, ne êşên hatin kişandin ne jî lehengiyên hatin kirin hatine jibîrkirin. Yek ji lehengên ku nehatine jibîrkirin Reşoyê Silo ye.
- Şaredariya Artemêtê ya ku qeyûm dest daniye ser, îhaleya makîneyên kar û paqijiyê da Samî Orhan ku birayê şêwirmenda Serokkomar Erdogan Gulşen Orhan e.