ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
Çalakiya rûniştinê ya TJK-E û KCDK-E'yê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê şopandin ku çalakî bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.
Parêzer Cemîle Tûrhalli diyar kir, avaniyeke îdarî ya ku hikumetê pêk tîne, qanûnan û biryarên dadgehê ji nedîtî ve tê, tecrîdê bi rêk û pêk dişidîne û got, "Tirkiye di mijara tecrîdê de sînoran nas nake."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di 15'ê Gulanê de komxebatekê li dar bixe.
Ji nava Malbata Aslan a ji gundê Hewrê yê navçeya Karaz a Amedê sê kes tevlî nava refên gerîla bû. Yek ji birayên Ahmet Aslan ê şehîd bûye, hîn goreke wî jî nîne. Kurê Ahmet Aslan jî li çiyê ye.
Konseya Wezîran a Elmanyayê bi şêweyê ku Dadgeha Destûra Bingehîn destnîşan kiriye, qebûl kir ku belavkirina karbonmonoksîtê ya li hewayê kêm bike.
Hikumeta Sierra Leone ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re ragihand ku ew dixwaze cezayê îdamê rake.