ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan diyar kir ku yekemîn guleya ku ji çeka pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê Fermandar Egîd derket, îro di tunelên şer de li sînga dijmin dikeve.

- Hevseroka Înîsiyatîfa Parêzerên ji Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Xanim Ayo: Paradîgmaya netewa demokratîk pêkanîna pratîk a Şoreşa Rojava ye. Em bi saya vê paradîgmayê hatine van rojan. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Ocalan beriya her tiştî azadiya me ye."

- Cemal Tîrêj da zanîn ku Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê li eniya şer, di heman demê de bandor li hunermend, rewşenbîr û nivîskaran jî kiriye û got, "15'ê Tebaxê çand û hunereke nû, şoreşa civakî afirand."

- Qeyrana aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê ya ji ber polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP’ê zêde bûye, dibe sedem ku esnafên Colemêrgê êdî nikarin kar bikin. Ji ber qeyrana aborî hin esnaf ji bo kirêya xwe bidin krediyê dikşînin, hin jî neçar dimînin ku berhemên xwe bi zerar bifiroşin.

-Zarokên Dêrika pişta wê li Çiyayê Cûdî û gundên derdorê bi hunerê re hevnas bûn. Kampa Newrozê, Besta Sûs û gundê Tebkê, navendên çandê yên Rimêlan û Dêrikê bi lîstikên şanoyî ku amade kirin, bala her kesî bir ser xwe.

- Kooperatîfa Jiyanê Di Meha Gulanê de ku pênc xwendekarên zanîngehê li dijî êrîşên bi nijadperestî yên bi ser koçberan û penaberan de li Tirkiyeyê, ava kiriye, bi pirsgirêkên koçber û penaberan re mijûl dibe.