ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana li dijî êrîşan wê bêne şopandin.

- Rûniştina doza 15 rojnamevanên girtî wê dewam bike.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê weke bingeha gerîlayên Kurdistanê pênase kir û destnîşan kir ku berxwedana fedaî ya heyî asta herî bilind a bi ruhê 14'ê Tîrmehê ye.

- Parlamenterê Wanê yê AKP'ê Kayhan Turkmenoglû ku bi karên nelirê di rojevê de ye, niha jî bi rêya şîrketên paravan ji şaredariyên di destê qeyûm de ne dixwe.

- Komîteyên Zindanan ên PKK-PAJK'ê daxuyanî weşandin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn.