ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Remezanê pîroz kir û got, "Di vê cejnê de divê em hîn bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin. Bi xwedîderketina li bîranînên wan em bersivê bidin êrişên dijmin ê faşîst û qirker."
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Umît Dede diyar kir ku nîqaşên desthilatdariyê yên li ser destûra bingehîn a nû necidî ne û got, "Di asta herî nizm de jî azadî nîne ku nîqaş li ser destûra bingehîn a demokratîk bê kirin."
Emîne Abîş ku bi rêya telefonê ji keça xwe Berîvan Abîş re qala pirsgirêkên li girtîgehan kir, anî ziman ku hejmara mirovên bi vîrûsa koronayê ketine zêde ye, lê tevî jî test nayê kirin.
Komîteya Rewşa Lezgîn a ji bo Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Anthony Blinken re nivîsî û jê xwest, xelata ji bo girtina pêşengên PKK'ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan hatiye danîn, bê betalkirin.
Eşkere bû ku dosya orjînal a Amed Ahmed a li gel polîsaên Elman hatiye jêbirin ku dema destgîrkirî bû ji ber şewata li hucreya lê dima, jiyana xwe ji dest da. Malbatê giliyê polîsan kir.
Parlamenta Danîmarkayê li ser wê mijarê nîqaş dike ku kesên ji bo penaberiyê serlêdan kirine doza wan li welatên 'sêyemîn' bê dewamkirin.