ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermandariya Biryargeha NPG'ê destnîşan kir ku karên binerdê yên Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî faktorekî esasî ye û got, "Vê rastiyê du rêbazên gelekî girîng afirandiye: Ya yekemîn; şerê binerd û tunelan. Ya duyemîn; Şerê tîmê pispor ê koordîneyî. Ev herdu rêbazên taktîk bingeha esasî ya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye."

- Sekretera Giştî ya Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava ya li DYE'yê Debbie Bookchin diyar kir ku Erdogan li dijî gelê Kurd şerekî giştî dimeşîne û li pey paqijiya etnîkî ye.

- Îsmaîl Xelîl Mihemed ku li Hewlêrê 2 salan bi kêfî hate girtin û piştî ku hate berdan di dema nûkirina îkameta xwe de careke din hate girtin, bi mehan e agahî jê nayê girtin. Malbata wî bi fikar e û li benda bersivek ji rayedaran e.

- Ji hevrêyên Hevrî Xelef û Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsûf bal kişand ser keda mezin a Xelef ji bo Şoreşa Rojava.

- Şehîd Sara û Rûken ku bi ruhê berxwedanê yê Zîlan têkoşiya, weke fedaiyên gelê Kurd bûn xwedî jiyanekê û bi lehengiyeke mezin şehîd bûn.

- Hêzên ku li Sûriyeyê daxwaza demokrasiyê dikin, ji ber ku hêviya li ser guhertina meylên hikumetê ne rasteqîn bû, tevlî pêvajoyê nebûn. Ciwan, jin, rewşenbîr û kedkar li mala hevpar a Sûriyeyê li dijî lîstikên bi xwîn divê bibin yek.