ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar bi wesîleya salvegera 39'an Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê nirxandin kir.

- Li Girê Cûdî dor li leşkerên Tirk hate girtin. Weke ku gerîlayên li wê derê dibêjin, 'Ketin heye, derketin ji Girê Cûdî nîne'. Nivîsa Amargî Arhat Ba.

- Hevşaredara Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn ku wezîfeya wê hate desteserkirin got, "Rejîma qeyûm yek ji amûrên herî girîng ên polîtîkayên înkar û îmhayê bû."

- Jinên li Colemêrgê xwedî li çanda Kiras-Fîstan derdikevin.

- Navçeya Şera jî mîna navçeyên din ên Efrînê piştî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di 18’ê Adara 2018’an de para xwe ji polîtîkayên qirkirinê girt.

- Endamê Înîsiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê Mustafa Cîbraîl diyar kir ku doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siyasî ye û divê cezayên disîplînê li ser neyên ferzkirin.