ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Siyasetmedar-nivîskarê Kurd Fûat Kav qala Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê kir û destnîşan kir ku şehîdên şoreşger bi wêrekî, exlaq û berxwedana xwe di çalakiyeke efsanewî de gihîştin hev.

- Fermandar Devrîm hem li qadê hem jî li tunelên şer li her bihosta xaka Avaşînê şer kir, ked da, birîndar bû; lê qet gilî û gazin nekir. Ala ku ji Cûmaliyan wergirt qet nexist.

- Hevedîtorê MLSA'yê Veysel Ok got, karên rojnamevanan ên li ser meseleya Kurd têne terorîze û krîmînalîze kirin.

- Divê ciwanên Kurd li ber hewldanên jibîrkirina hiş û dîroka Kurdan rabin. Divê zanibin ku jibîrkirin xiyanet e û bi vî rengî bijîn.

- 15 rojnamevanên ku di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya AMedê de 8'ê Hezîrana 2022'an hatin destgîrkirin, wê îro derkevin pêşberî dadgehê.