ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku sala 25'an wê bibe saleke ku berxwedana li dijî komployê gihîştiye asta herî bilind.
- Hikumeta Elman bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep a li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan em xwedî agahî nînin, berpirsyarî ya CPT ye."
- Eşkere bû ku dewleta Tirk bi sedan çeteyên li Wanê li otelan bi cih kir, bi wesayitên taybet destpêkê birin Colemêrgê, ji wir jî birin Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo şer bikin.
- Vehîbe Seydî Temo ji şêniyên Serêkaniyê ye, ku piştî dagirkeriyê neçar ma mala xwe biterikîne û li Kampa Serêkaniyê bi cih bibe. Dayika Vehîbe dibêje ku wê rojekê teqez li mala xwe vegere.