ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewlet aTirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê jinên Kurd bûn xwedî hêz û îrade û got, "Tenê bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em dikarin dijmin têk bibin. Yekane tişta me bi ser bixîne, berxwedan e."

- Di 15'ê Tebaxa 1984'an de çi qewimî? Li Kurdistanê çi guherî? Ciwanên Kurdistanê ji bo çi berê xwe dan çiyê? Gerîlayên YJA Star û HPG'ê bersiva van hemûyan dan.

- Pêngava 15'ê Tebaxê ku fîşeka destpêkê ya gerîla ye, hîmên Şoreşa Rojava danî. Piştî Pêngava 15'ê Tebaxê li Rojava navê Egîd li zarokan hate kirin, bi sedan jê berê xwe dan çiyê.

- Emîralî Turkmen anî ziman ku bi encamên pêvajoya jinûve avakirinê û kombûna gel wê kongreyê pêk bînin û destnîşan kir, ku wê fikrê HDP'ê xurt bikin ku bûye mînak ji gelek welatan re.

- Li Tirkiye û Kurdistanê drama karkerên demsalî dewam dike. Nivîskar Asrin Keleş diyar kir ku pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî nayên dîtin.