ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê nivîsî û diyar kir ku 14'ê Tîrmehê ispat kir ku di nava şert û mercên herî giran de bi berxwedanê dijmin dikare bê têkbirin.

- Parêzer Resûl Temûr bal kişand ser rûniştina destpêkê ya 15 rojnamevanên girtî û got, "Ne tenê ji bo rojnamevanên Kurd, wê ji bo rojnamevanan hemûyan bibe mijareke girîng a diyarker."

- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK piştî daxuyaniya endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok a li ser nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir.

- Hevserokên KON-MED'ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Kurd kirin ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.

- Dr. Azad Bariş got, darizandina DAÎŞ'iyan wê bê wateya darizandina hêzên ku piştgiriya lojîstîkê dane DAÎŞ'ê, bazirganiya petrolê bi DAÎŞ'ê re kirine, çek dane DAÎŞ'iyan û ew parastine.