ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê neh sal in ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve tê meşandin, vê hefteyê bi komeke nû ya ji bajarê Essen ê Elmanyayê dewam dike.
TJK-E, wê di çarçoveya pêngava 'Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema azadiya Rêber Apo ye' li gelek bajarên Ewropayê di 12'ê Gulanê de çalakiyan li dar bixe. Ji bo van çalakiyan jî banga tevlîbûnê kir.
Dostaniya Rêberê Gelê Kurd a bi Osman Sebrî, Mele Evdilayê Timoqî û Îbrahîm Ehmed gelekî xurt bû. Diyaloga ku Abdullah Ocalan bi van kesayetan re kir, ji bo ronîkirina bûyerên krîtîk ên dîroka nêz a Kurdistanê wê bibûya alîkar.
Bi banga TJK-E û KCDK-E'yê, Kurd wê tevî dostên xwe li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji 12'ê Gulanê û pê ve çalakiyên rûniştinê li dar bixin û tecrîd, dagirkerî, biryara DYE'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê, şermezar bikin.
Gerîlayên YJA Starê li ser pêngavên gerîla axivîn ku ji bo têkbirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê hatine destpêkirin û destnîşan kirin ku wê berxwedana Garê ji xwe re bikin esas.
Fatma Yagmûr a ku li Elmanyayê ji dayik bû û lê mezin bû, zû PKK nas kir. Piştî ku Sakîne Cansiz (Sara) dît, bêhtir çalak bû. Li dû şehadeta Cansiz berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Piştî demeke kurt şehîd bû.
Piraniya 2 milyon karkerên tekstîlê di nava şert û mercên şewbê de bi rengekî bêsendîka, neewle û neqeydkirî tên xebitandin. Piraniya xebatkarên Arikê Kurd û koçber in.
Mirovên li herêmên cuda yên cîhanê, ku pêşiyên wan hatibûn kolekirin, bi hinceta ku hîn jî bandora nêzîkatiyê koletiyê dewam dike, ji dewletan dixwazin ku sererastkirinê bikin.