ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro çalakiya rûniştinê destpê dike û wê heta 13'ê Cotmehê dewam bike.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, PKK li hemberî neçareseriya sîstema modernîteya kapîtalîst a global, bi xeta neteweya demokratîk xwe kiriye hêza çareseriyê.
- Abdullah Ocalan hefteyek piştî 9'ê Cotmehê, bi gotina 'Di bin navê tasfiyekirina min de ya bi çalakiyeke mezin a şer, darbeyeke komployê ya faşîst li ser destketiyên girîng ên mirovahiyê û gelên herêmê hatiye ferzkirin" Komploya Navneteweyî kifş kir.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand ku Komkujiya Enqereyê ya bi destê DAÎŞ'ê ji aliyê tifaqa AKP-MHP'ê ve hate kirin, komkujiya herî mezin a siyasî ya dîroka Tirkiyeyê ye û got, "Ji bo dilsoziya bi şehîdên demokrasî û şoreşê re bi taybetî jî şehîdên 10'ê Cotmehê divê tevgera demokrasiyê bê mezinkirin û çareseriyên demokratîk ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re bêne peydakirin."
- Gerîlayê HPG'ê Adil Amed 16 salan ji Başûr heta bi Bakur bênavber têkoşiya. Sala 2021'ê tevlî Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bû. Di êrîşa dewleta Tirk de li Wanê şehîd bû.