ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyên li dijî wê û geşedanên têkildarî wê bên şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.

- Endamê Komîteya Zindanê ya PKK'ê Pîro Dersîm got, "Em bang dikin ku li dijî tecrîda Îmraliyê di nava berxwedaneke aktîf de cih bigirin û li dora berxwedana zindanê bibin yek."

- Parlamenterê Stenbolê Celal Firat, diyar kir ku di ser Komkujiya Sêwasê re 30 sal derbas bûne jî edalet pêk nayê û got, "Em edaletê dixwazin, lê em edaleta Pîr Sultanan dixwazin, ne edaleta Êzid."

- Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs bal kişand ser girîngiya konferansa ku bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê tê lidarxistin û got, "Em Kurd êdî li çar parçeyên Kurdistanê statuyeke fermî dixwazin."