ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
- Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertuğrul Kurkçu got: "Pêvajo bi temamî ketiye qada hikûmetê" û diyar kir ku dive bi lez gavên şênbêr ên ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê û azadiya Rêber Apo bên avêtin.
- Wasiya girtiyê bi navê Alî Gulmez, Sevîm Kalman diyar kir ku Yilmaz ji ber ferzkirina wesayîta rîngê ya bi tîpa qefesê nekariye emaliyeta fitiqê bibe û got, “Divê tavile dev ji van pêkanînên ne mirovî ku mafê dermankirinê asteng dike, berdin.”
- Berxwedana bajarekî biçûk bûye mîrateyek bêhempa. Îro, Kobanê careke din serketiye û li dijî terorê bûye cihê herî ewle.
- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, çalakiyên xizmên girtiyan û windahiyan wê bên şopandin.
- Derya Yıldırım a ku kuştinên jinan û bûyerên tundiyê ya li hember jinan nirxand, got ku êdî bûyerên dibin divê wekî bûyerên ferdî neyên nirxandin û dewlet nikare jinan biparêze.
- Rojnameya Newaya Jin bi hejmara xwe ya Mijdarê derket pêş xwînerên xwe. Rojname bi manşeta “Ji demeke ku pel jî nahejîne heta ‘Jin Jiyan Azadî’ye” derket.