ROJEVA 1'Ê ADARA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Bûyerên di çarçoveya êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê wê werin şopandin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica daxuyaniya duyemîn û mafê hêviyê nirxand û anî ziman ku divê Tirkiye demokratîk bibe û statuya girtîgeha Îmraliyê bê rakirin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Oya Ersoy ragihand ku di rapora komîsyonê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê û sererastkirinên têkildarî mafên girtiyan de kêm maye.

Dr. Hişyar Ozsoy bûyerên li Rojava û pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê nirxand û got, "Li Sûriyeyê peyman gelekî hesas e, li Tirkiyeyê jî rapora meclîsê dûrî çareseriyê ye. Nêzîkatiyên ji bo tasfiyekirinê wê bibe xeteyeke siyasî ya mezin.

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê di kongreya xwe de têkildarî Rojava hin biryar wergirt. Di metnê de ku bi yekdengiya delegeyan hate qebûlkirin, nerazîbûn ji êrişên li ser Rojava re hate nîşandan û bang li hikumeta Swîsreyê hate kirin ku Rojava û modela wê ya demokratîk biparêze.

Mulkiye Bîrtane anî ziman ku jin di mijara yekîtiya neteweyî de bi rola pêşengiyê radibin û got, "Li her qadê êriş li ser têkoşîna jiyanê ya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinan tê kirin. Li hemberî vê yekê pêwîstiya bingehîn yekîtiya neteweyî ye."

Peymana 29'ê Çileyê ya navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê mehek li pey xwe hişt. Ji aliyê îdarî û siyasî ve hin gav hatin avêtin, lê dewamkirina dorpêça li ser Kobanê û kêmaniya ewlehiya destûra bingehînî cihê pirs û fikaran e.