*Di salên 1900’an de weke li hemû cîhanê, li Amedê jî li gel hatina wesayîtên bi motor, hemû amûr û rêbazên hilgirtinê, yek bi yek ji holê rabûn. Wesayîta herî dawî ya hilbirtinê ya ji bo hilgirtina xîzê dihat bikaranîn ‘Kerajo’ û faytonvan di salên 1980’yan de jî ji nava jiyana bajêr rabûn.
* Li gorî rapora salane ya ji aliyê Estîtuya Aborî û Aşitiyê ya Amerîkayê ve hat weşandin, di van du salên dawiyê de her çendî DYA alîgirê pevçûnên çekdarî ye jî, cîhan gihiştiye rewşek aramtir û bi aşitî. Di raporê de Tirkiye jî di nava welatên tundî lê zêde bûne de ye.
* Endamê Komîsyona Lêkolîna Bûyerên Qilabanê ya Meclîsê yê BDP’yî Ertugrul Kurkuçu diyar kir ku ew di daxuyaniya “Haya me ji bûyerê tune bû, çavkaniyên fermî ji me re ragihand” a MÎT’ê bi nakok e. Kurkuçu destnîşan kir ku ne pêkan e ku der barê komkujiyê de agahî di destê MÎT’ê de tune be û got ku dê komkujî vebiguhere jêpirsîneke dîrokî. Kurkuçu diyar kir; “Hikûmetê bi veşartina rastiyan xwe şewitand.”
* Li dilê Kurdistanê Amedê cara yekemîn mihrîcaneke navneteweyî ya filman tê ldiarxistin. Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn mîhrîcana film ya Amedê ya Navneteweyî di navbera 22 û 28'ê Cotmehê de li Amedê dê pêk bîne.
* 20 sal cezayê girtîgehê li serokkomarê rûxayî yê Tunisê Zeyne Abdidîn Bin Elî yê ku di encama raperîn û xwepêşandanên gel de neçar ma dest ji kar bikişîne, hat birîn.
* Li ser navê malbata Dînk parêzera wan Prz. Fethiye Çetîn ji Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê name şand û diyar kir ku AKP'ê ji bo binpêkirinan ji holê rake peywira xwe bi cih nayne û ev ne bes e jî, hewl tê dayîn ku van binpêkirinan zêdetir bike.
* Di mijara Sûriyeyê de zextên li ser Rûsyayê her ku diçin zêde dibin. Rûsya û Çîn ku du endamên girîng ên Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ne, di her carekê de li hemberî destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê radibin. Bi taybet Washington ji bo handana Moskoyê her tişt dike. Lê Moskow dibêje; “Moskow karanîna hêzê ya li hemberî Sûriyeyê erê nake.”