ROJEV/ 13 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 13 PÛŞPER 2012

* Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bang li DYA’yê kir ku “piştgirî nede terora dewleta Tirk” û got; “Li gorî tomarên dewleta Tirk 40.000 kes mirine. Ji vana herî kêm 30.000 kurd in û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin.

* Seroka Fona Pereyê Navneteweyî (IMF) Christine Lagarde ger welat mezinbûnek berdewam a aboriyê pêş nexin, dê di warê aborî, xirabkirina hawirdorê û pevçûnên civakî de cîhan bi krîzekê re rû bi rû bimîne.

*Ann Rutherford a ku di yek ji filmên girîng ên dîroka sînemaya cîhanê “Mîna Bayê Derbas bû” de rola xwîşka biçûk a Scarlett O’Hara dileyîze di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

* Girtîgeha Sîncanê rastiya hemû girtîgehên li Tirkiyeyê û pêkanînên di van girtîgehan de radixe ber çavan. Vê girtîgeha Sîncanê îcar niha jî dest avêt skandalek nû. Rêveberiya girtîgehê ku beriya niha pêlavên (sol) sandelet qebûl kiribû, niha jî bi hinceta dikeve kategoriya “şimikan” nahêlin bikeve girtîgehê. Rêveberî ji girtiyan re dibêjin, ger ku pêwîstiya girtî û hikûmxwariyan bi vana hebin, bila ji kantînê bikirin. Bi vê pêkanîna rêveberiya girtîgehê tê dîtin ku hikûmeta AKP’ê girtîgehan veguherandiye navendên bazirganiyê.

* Qirkirina Enfalê ya ku rejîma Sedam Huseyîn di salên 1980’yan de pêk anî û di encamê de zêdetirê 150 hezar Kurd hatin qetilkirin, li paytexta Swêd Stochkolmê bi lidarxistina panelekê hat gotûbêjkirin.

* Rojnameya Îngilîz, The Independent nivîsand ku welatên Erebîstana Siûdî û Qetar muxalîfên li Sûriyeyê çekdar dike û çek jî bi rêya Teşkîlata Sîxûrî ya Neteweyî (MÎT) ya Tirk li ser Tirkiyeyê re tên.