ROJEV/ 12 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 12 PÛŞPER 2012

*Dê îro civîna partiyên ku komên wan di Meclîsê de hene bên lidarxistin. Tê payîn ku di civînan de mijara sereke pirsgirêka Kurd be.

* Şîrketa petrolê ya Norweçê DNO Internationalê ragihand ku, wana li Başûrê Kurdistanê di bîra kolayîn de petrol dîtine.

* Li Edeneyê xwendekarê zanîngehê Ozcan Aydogan ku di meha Sibatê de hatibû binçavkirin û girtin, di doza ku bi sûcdarkirina “endamê rêxistinê ye” di hat darezandin, dema ku parastina xwe bi Kurdî kir, dadgehê daxistin nekir û 9 sal cezayê girtîgehê lê birî. Her wiha, ji Bedîrhan Korkmazê ku ji heman dozê parastina xwe bi Tirkî kir, daxistin jêre pêk anî û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî.

* Li Yewnanîstanê gel li hemberî şertên ku di dayîna alîkariya ji bo Spanyayê de, ji wana wan nehat pêşkêşkirin, hêrs bûye. Li gorî partiyên çepgir jî, rewşa li Spanyayê pişta Yewnanîstanê qayîmtir dikin.

* Tam salek bi ser hilbijartinên 12’ê Pûşpera 2011 re derbas bûn. Berbijarên Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê ku yê bi dengên zêde hatibûn hilbijartin; Gulser Yildirim, Kemal Aktaş, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan û Hatîp Dîcle, heta niha jî di girtîgehan de ne.

* rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sidiq Kebudwend ê di Girtîgeha Evîn a Tehranê de ye, ji bo zarokê xwe yê bi nexweşiyeke kujer ketiye bibîne, 10 caran daxwaza dîtinê kir, lê di her carekê de daxwaza wî hat redkirin. Kebudwend ket greva birçîbûnê. Her ku diçe rewşa wî xirab dibe û malbata wî ji vê yekê bi fikar e.

*Krîza aborî ya ku bandor li ser Yeketiya Ewropayê kir, Weqfa Nobel ya ku di cîhanê de xelatên herî bi prestîj jî de da. Di daxuyaniya ku Weqfê da de hate ragihandin ku, ji vê salê û pê de dê ji sedê 20’ê xelatên pere daxin.

*Jina bi navê Eyşê xwedî jiyaneke bi jan e, dema ku jiyana xwe ya 20 salan di ber çavan re derbas dike û dirêsîne, tenê ji bo ku zarokên yên sêwî nemînin hemû jana jiyanê daye be çavên xwe û dibêje: “ Ger ne zarokên min bûna, min ê jî agir berda canê xwe.” Eyşe ji bo apê xwe dibe berdêl ji ber biyarên wê yên mezin nîn bûn. Eyşe bi ravekirina jiyana xwe tenê namîne her wiha pardara jiyana wê dayîk û xwîşka xwe jî tîne ser ziman û nêzîkatiyên ku ji wan re jî hatine kirin li ser dirêjiya jiyana xwe zêde dike