*Li Wanê protestoyên piştî girtina şaredar û rêveberên BDP’yî berdewam dikin.
* Piştî Yewnanîstan, Portekîz û Îrlandayê, Spanya jî hat bin sêwana alîkariyê ya Euroyê. Li gel vê Ewropa polîtîkayek hevpar a aboriyê gotûbêj dike. Di van demên dawiyê de rastgirên turdraw û çepgirên radîkal li Ewropayê derdikevin pêş Krîza li Ewropayê dibe hebûna neteew-dewletan bixe xeteriyê. Ya herî zêde derdikeve pêş jî hikûmeta Merkelê ye. Bi ya hinekan Merkel 'rizgarker', bi ya hinekên din jî Ewropayê ber bi kendalana ve dibe.
* Yek ji rojnamevanên bi bandor yên Îngilîstanê Mehdî Hesen bi lêv kir ku, li Tirkiyeyê binpêkirinên azadiya fikir hemû pîvanên medenî yên têne zanîn derbaz kirine, her wiha aşkera kir ku, Enqere ji welatên Tinûs û Misrê re nabe model.
*Hat ragihandin ku, hestiyên 159 qurbanên Enfalê yên lêkolana wan ya li Tiba Edlî ya li paytext Bexdaya Iraqê temam bûne dê bişînin Başûrê Kurdistanê.
*Belgewariya bi navê “Pinochet” a ku dîkdatorê berê yê Şîliyê Augusto Pinochet weke lehengek neteweyî yê ku welat ji komunîzmê rizgar kiriye, bi nav dike, bû sedema malbatên kesên sosyalîst ên ku di dema cûntayê de hatine qetilkirin.
* Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek û heyeta Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê dê biçin Koçika Çankaya ya serokkomartiyê.