* Li Mêrsînê sala 2011’an 140 zarok, tenê di 6 mehên destpêkê yên 2012’ê 80 zarok hatin binçavkirin. Weke din di 6 mehên dawî de 26 zarokên mexdûrên Pozantiyê hatin binçavkirin û 16 ji vana jî hatin girtin.
*Parlementerê AKP’ê yê Bedlîsê û serokê şîrketên Kîlerê, Vahît Kîler, di pêşnûmeya da de xwest li şûna navê “Piyer Loti, navê Îdrîsê Bedlîsî bê danîn”. Gotûbêjên der barê vê pêşnûmeyê de berdewam dikin. Lê tişta balkêş ew e ku navê avahiya Kiler a di ware mezintiyê de li Ewropayê di rêza duwemîn de ye, “Sapphire”…
* Fransa ji bo tûra yekemîn ya hilbijartinên giştî diçe ser sindoqan. Beriya niha mehekê berbijarê Partiya Sosyalîst François Hollande hilbijartina Serokkomartiyê qezenc kir, çav li rê ye ku di hilbijartinên giştî de jî çepgir qezenc bikin.
* Di navbera salên 2002-2012 de bi hinceta pereyên wan tune ne, 45 hezar xwendekar ji wargehên xwe yên razanê hatin derxistin.
* Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC), di rapora xwe ya bi navê “Rapora Salane ya Binpêkirinên Mafên Sendîkal” ya di konferansa Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) de aşkere kir de, ragihand ku Tirkiye di vî warî de yekemînê Ewropayê ye.
* Rojnamevanê Îngilîz Alex Thomson ku li Sûriyeyê erkdare diyar kir ku serhildêrên li welat ji bo rejîma Beşar Esad di bin tohmetê de bihêlin hewil dane ku wî bidin kuştin.