ROJEV/ 09 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 09 PÛŞPER 2012

*Jinên Kurd yên li bajarê Stockholmê dijîn di pîrozkirina 3. sala avabûna Komeleya Jinên Kurd ya Amarayê de hatin gel hev û pirsgirêkên çavkaniya xwe ji jin û koçberiyê digirin nîqaş kirin.

* Li Îngilîstanê li gorî sererastkirinên koçberiyê yên nû ku tê payîn dê di hefteya pêş me de bê aşkerakirin, ji bo yekbûna malbatê sererastkirinên pir giran tîne.

* Hat ragihandin ku Spanya ji bo bankayên li welat rizgar bibin, dê îro alîkariya aborî ji Yeketiya Ewropayê (YE) bixwaze. Ger ev pêk bê, Spanya dê bibe welatê çarem yê ji YE’yê yê alîkariya aborî dixwaze.

* Li Arjantînê di dema cûntayên leşkerî yên di navbera salên 1976-1983’an de hewildana ji bo kesên winda bûne, ji bo welatên heman ezmûn jiyane modeleke. Bi taybet ji bo dîtina wendayan, parvekirina serpêhatiya wan bi raya giştî re, ji nû ve awa dide civaka Arjantînê.

* Rayedarek ji Wezareta Ewlekariyê ya Rûsyayê ku nexwest navê wê/wî bê aşkerakirin got ku, Rûsya ji derveyê welat ji bo operasyonên aştiyê yekîneyên leşkerî amade dike û dibe ku ev yekîne li Sûriyê erk bigirin.