ROJEV/ 07 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 07 PÛŞPER 2012

*Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî du hefte beriya civîna bilind a NY’yê ya ku dê li bajarê Rio de Janerio pêk bê, raporek weşand û bang li welatên ku dê beşdarî civîna bilind bibin kir ku ji bo parastina hawirdorê peymanek lezgîn bibestin.

* Gelê Huaranî yê ku li daristanên tropical ên Ekvatorê debara jiyana xwe bi nêçîrvanî û berhevkirinê dikin, ji ber şîrketên petrolê bi tunebûnê re rû bi rû ne.

*Li Tirkiyeyê 600 xwendekar girtî ne. Yek ji wan jî Emîne Akman e. Di dema hat binçavkirin de li rastî îşkenceyê hat. Piştre jî hat girtin. Li aliyekê azadiya wê jê hat wergirtin, li aliyê din jî bi hinceta "xeletiya sîstemê" nekariye xwe tomar bike, ji mafê xwe yê perwerdeyê jî bê par ma.

*Serokê AKP’ya Colemêrgê daxuyaniyek da û diyar kir ku Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn beşdarî kongreya AKP’ê ya bajêr ku dê roja şemiyê pêk bê nabe.

*Pêncemîn Konferansa Dêrsimê îro li Ewropayê dest pê dike.

* Girtiyê siyasî yê Kurd ê ku 18 sal in di girtîgehên Îranê de, jiyana xwe ji dest da.

* Di dema desthilatiya hikûmeta AKP’ê de êrîş û tundiya polîs û leşkeran a li hemberî xwepêşandanên civakî pir zêde bûn. Bi taybet gelê Kurd ê ku li hemberî rejîma AKP’ê li ber xwe didin, dibin hedefa van êrîşan.