Roja Vejînê Hilat: 19’ê Tîrmehê
Şoreşa ku li Kobanê dest pê kir li dijî desthilatdariyê, li Efrîn û herêma Cizîrê jî berdewam kir.
Şoreşa ku li Kobanê dest pê kir li dijî desthilatdariyê, li Efrîn û herêma Cizîrê jî berdewam kir.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, ‘Li Kurdistanê bêyî şoreş jiyan nameşe, jiyana şoreşgerî esase û layiqê gelê me ye jî’. Bi vê hêzê gelê Rojavayê Kurdistanê, şerê man û nemanê kirin û li dijî mirinê rûpeleke nû di nava rûpelên dîrokê de vekirin.
Êdî ji rûpelên dîrokê yên bi xwîna Kurdan hatiye nivîsandin, gelê Kurd êdî bê tehemûlî nîşan dan û li hemberî dijminê Kurdan dest bi şoreşê kirin. Gelek şoreş rabûn lê bi demê re dihatin çewisandin. Piştî derketina tevgera Apoyî êdî gelê Kurd ji tarîtiyê ber bi çirûskên hêviyê, yên azadiyê ve çûn. Gel bi hatina vê tevgerê êdî riya berxwedanê, têkoşîna li hemberî dagirkeriyê şopand.
Gelê Kurd li hemberî qirkirinê çavên xwe vekir û rabû ser piyan. Mêtingerên ku Kurdistan dagir kirin, êdî xwestin nasnameya Kurdan jî ji wan bistînin û gelê Kurd weke gelekî biyanî bihêlin. Çawa ku gelê Kurd li dijî dewletên mêtinger Kurdistan parastin, gelê Sûriyeyê jî li hemberî rejîma Baasê riya berxwedaniyê şopandin. Şoreşa ku bi jin û ciwanan dest pê kir, li hemberî desthilatdariyê, bû çirûskek û desthilatdariya mêtinger hilweşandin û şoreşa vejînê dan avakirin.
Jina ku tenê di malê de dihat pejrandin, vaye bû pêşengê şoreşê, li hemberî desthilatdariya zilam û ya dewletê serî hilda, jinê xwe di her warê jiyanê de îsbat kir.
Di nîvê Adara 2011’an de êdî li seranserî Sûriyeyê li dijî rejîma Baasê tevger çêbûn û gel daketin qadan. Gelê ku daketin qadan ji bo hilweşandina rejîma Sûriyeyê daketin û bi dirûşmeya ‘Hilweşe Rejîm’ qîr dikirin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan gel daketin qadan, ew felsefeya ku riya azadiyê û aştiyê di nav xwede dihewîne, li hemberî rejîmê rabû. Çawa ku di sala 2004’an de li lîstikgeha Qamişloyê li dijî Kurdan êrîş pêk anîn, ew bû bizirê destpêka şoreşê.
Di sala 1979’an de piştî derketina tevgera azadiya Kurdistan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocallan derbasî bajarê Kobanê bû. Ew hatin ji bo gelê Kobanê bû hêz ku şoreşa Rojava yekemîn car li Kobanê dest pê bikin û li hemberî rejîmê serî hildin.
Êdî gelê Kobanê bi giştî daketin qadan, saziyên di destê rejîmê de ji destên wan standin û rejîm ji wir derxistin, alên Kesk, Sor û Zer li serê her kolan û baniyekê hil bibû. Roja vejînê bû û li Kobanê hilat.
Jin di civakê de tenê weke amûrekê di malê de dihat pejirandin. Ew jina ku tenê di malê de, bû lehenga çiya û bû pêşenga şoreşê. Rejîmê li dijî ciwanan her cure şerê taybet pêk dianî, ji bo ku ciwanan ji rastiya wan dûr bixe her cure êrîş li ser ciwana pêk dianîn. Heta bi axaftinên Kurdî di kolan û dibistanê de ji ciwanan re qedexe kiribûn, ciwan li dijî vê yekê rabûn û ew jî bûn pêşeng.
Bi vê ruhê şoreşa Rojava deriyê 11 salan li pey xwe digire, ew gotina ku digotin Kurd tune û şitleke hişk zûhane, bi saya fikra Abdullah Ocalan û şoreşa Rojava ev gotin pûç bû û ev şoreş bû şoreşa demokrasiyê ya li dijî desthilatdariyê.
DESTKEFTIYÊN VÊ ŞOREŞÊ
Şoreşa Rojava bi xwe re gelek destkeftî anî, jina di dîrokê de tenê navê kole lê hat kirin, bû pêşeng û cihê xwe di hevserokatiyê û birêveberina civakê de girt. Ciwan bûn pêşeng. Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji dêvla desthilatdariyê hat avakirin. Pirrengiya civakê di nava xwe de Kurd, Tirk, Ereb, Asûr, Suryan, Çerkes û Kildan dihewîne. Êdî her kes dikare bi azad xwe rave bike.
Li gel desthilatdariyê tenê yek al, ziman û netewe heye, lê di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de pir al, pir netew û pir ziman heye ku ew jî bi riya xeta sêyem a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.
Di encama şoreşê de, li herêmê gelek akademî, dibistan û gelek saziyên ziman jî hatin vekirin, ku her kes zimanê xwe îfade bike.