Riya ber bi vekirina nepeniyên atmosferê

Riya ber bi vekirina nepeniyên atmosferê

Tomarkirina dîmenên projeya firandina roketan derfetan dide ku pêkhateya atmosfera erdê bê lêkolînkirin û pêşbîniya kêş û hewayê bê kirin. Ev yek gelek caran bi kêrî çespandina bûyerên neasayî yên atmosferê jî tê. Ev şêwaza neasayî ya meteorolojiyê, ji aliya jeofîzîkên Rûs ve hat pêşniyarkirin.

Serokê koma zanyaran ên ji Enstîtuya Lêkolînên Kozmîkî ya Moskowê Peter Dalîn dibêje, dûmana roketan ji bo lêkolînkirina rewşa atmosfera ya fîzîkî û kîmyayî û dînamîka wê, navgîneke bêhempa ye. Diyardeyan ku bi saya tomarkirina dîmenên firandina roketan tên bi destxistin, ji bo çêkirina modelên tevgera hewayê ya di atmosferê de jî dikarin bên bikaranîn. Dalîn her wisa dibêje, pîvandina asta turbulansî jî, ji bo sazkirina modela dînamîka çêbûna ewran, perametreyeke pir giring e.

Tomarkirina proseya firîna roketan dibe alîkar, da ku mirov bûyerên neasasyî yên atmosferê baştir bibîne. Bo nimûne, projeya çêbûna ewrên zîvîn ên sûnî, yên ku piştî dûmanberdana roketan xuya dibin. Di siruştê de ewrên wisa, ku ji krîstalên biçûk ên qeşayê pêk tên, tenê di bilindayên mezin û di germahiyeke pir nizim de derdikevin holê. Ew jî tenê dana berbangê xuya dibin. Lê zanyar tesbît kirin ku ewrên wisa piştî firandina roketan jî çêdibin û wan lêkolîn kirin.

Mînakeke xebatê ya bi şêwaza nû, wisa ye. Dema ku di sala 2011’an de ji kozmodroma Plesetskê ya Arxangelskê roketek hat firandin, zanyar dûmana wê lêkolîn kirin. Şopa roketê li bilindahiya 70-80 km hilawistî ma. Û di maweya 9 saetan de ew hema bêje ne hat guhertin. Bi wê cureyî zanyar cara pêşîn di bilindahiya 80 km-î de rewşa mezosfera ya havînî ya nû û di rewşeke aram de çavdêrî kirin. Pirs di wir de ye, ku li gorî leza firebûna şopa roketê, zanyar asta rewşa turbulansî ya mezosferayê tesbîr dikin.

Ji bo lêkolînkirina dûmana roketan, ne tenê dîmenên profesyonel ên astronoman, lê belê dîmenên kamerayên amator jî bi kêr tên. Dalîn dibêje, `carna, alîkarên me yên dilxwaz jî zanyariyên der barê bûyerên balkêş ên atmosfêrê de didine min`.

Zanyar plan dikin ku di demekî nêz de li wîlayeta Arxangelskê çend kamerayên otomatîk ên nû bicih bikin. Bi alîkariya wan kamerayan, dê şopa roketan bi hemû hûriyên xwe ve bêne dîtin.