Rêxistinên Mafên Mirovan: Êşkence li Dayikên Şemiyê hat kirin
ÎHD, TÎHV û TTB’ê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Bi sekinandina Dayikên Şemiyê di wesayîtan de bi eşkerehî êşkence û kirinên din ên ku sûc in hatine kirin.”
ÎHD, TÎHV û TTB’ê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Bi sekinandina Dayikên Şemiyê di wesayîtan de bi eşkerehî êşkence û kirinên din ên ku sûc in hatine kirin.”
Rêxistinên mafên mirovan, li ser destgîrkirina Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê û di hewaya germ de sekinandina wan di wesayîtan de, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi hevparî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku germahiya di zikê wesayîtan de zû bi zû zêde bûye û wiha hat gotin: "22’yê Tîrmehê ku Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin û di wesayîtan de hatin sekinandin, pileya germahiya hewayê li Stenbolê 32,2 bû. Mirov dikare bibêje ku piştî 2-4 saetan germahiya zikê wesayîtan herî kêm dibe ku bigihîje 60 pileyan."
‘SEKINANDINA DAYIKÊN ŞEMIYÊ DI WESAYÎTAN DE, ÊŞKENCE YE’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hiştina kesên zêde emirkirî di wesayîtan de, rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedibe û hat bibîrxistin ku Dayikên Şemiyê cara pêşîn 22’yê Tîrmehê hatine destgîrkirin û ev tişt hatin diyarkirin: "Destgîrkirin û sekinandina kesan bi sê saetan di wesayîtan de, êşkence û kirineke xerab e; nabe ku mirov qebûl bike. Wesayîtên hêzên ewlehiyê, ji bo neqilkirina nexweşxaneyan û cihên destgîrkirinê ya kesên destgîrkirî tên bikaranîn. Şertên cihên destgîrkirinê nabe ku ne li gor rûmet û tenduristiya mirov bin."